Baran Bozyel - Dil û Ar

Baran Bozyel - Dil û Ar - Sözleri

Hembêz vekirî were zû were
Heta bi erş û ezmanan cano
Kurê Kurdistana min zû were
Berxiko lawo dê bi qurbano

Hov û lawiran bi çekên giran
Dorpêç kirine Egîdên dilan
Nisêbîn bêbîn bi girî û qêrîn
Dê bi heyrano bav bi qurbano

Xwîşk û birayên te dil ar û pêt e
Sîng kirne zinar wan li cihê te
Bi qasî Bagok rûmet û nirx î
Ey pakrewano dê bi qurbano

Hov û lawiran bi çekên giran
Dorpêç kirine Egîdên dilan
Nisêbîn bêbîn bi girî û qêrîn
Lawikê mino Delîl Xerzano

#buttons=(Ok, Go it!) #days=(20)

Our website uses cookies to enhance your experience. Check Now
Ok, Go it!